Wezareta Tendirustî ya Tirkiye: 32 serbazên me jiyana xwe jidest dan e

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê ragihand ku, ji destpêka Operasyona Efrîne heta îro 32 serbazan, 43 çekdarên Artêşa Azad û 9 sivîlan jiyana xwe jidest dan e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê ragihand ku, ji destpêka Operasyona Efrîne heta îro 32 serbazan, 43 çekdarên Artêşa Azad û 9 sivîlan jiyana xwe jidest dan e.

Di çarçoveya Operasyonê de 500 brîndar hebûne, ku 406 kes ji wan ji nexweşxaneyan derketin e, yên din jî li Nexweşxaneya Gulhane ya Enqere tên dermankirin.

Ligor Wezareta Tendirustî ya Tirkiyê 1439 şervanên YPG jiyana xwe jidest dan e.