Rusya hêviya berdewamiya rêkeftina atomî ya Îran û 5+1 dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Rusyayê Sergey Lavrov, piştî hevdîtina xwe ligel Wezîrê derve yê Bolivyayê Fernando Huanacuni, pirsên rojnamevanan bersivandin.

Lavrov daxwaz ji Îranê kirk u, ji rêkeftina atomî ya ligel 5+1 venekişe, herweha daxwaz ji Amerikayê kir berpirsiyariyên xwe girêdayî vê rêkeftinê bîne cîh.

Sergey Lavrov dorpêçên Amerika liser Îranê rexne kirin û diyarkir, ew dikarin zerarê bidin balansa rêkeftina atomî.

Pîspor dinirxînin ku, daxûyaniyên Lavrov di çarçoweya berjewendiyên Îranê de ye û dê tu bandore li siyaseta Amerîka hemberê Komara Islamî ya Îranê neke.