Hoşyar Zêbarî wan postan aşkera dike ewên para YNKêne

Hoşîyar Zêbarî red dike ku hikumet a dahatî ya Herêm a Kurdistanê hikumetek binke berfireh be û dibêje: Alî yên hikumetê pabendin bi bicihkirin a karname ya di navber a wan de hatîye wajûkirin.

K24- Hewlêr

Hoşîyar Zêbarî red dike ku hikumet a dahatî ya Herêm a Kurdistanê hikumetek binke berfireh be û dibêje: Alî yên hikumetê pabendin bi bicihkirin a karname ya di navber a wan de hatîye wajûkirin.

Hoşyar Zêbarî, endam ê Mekteb a Sîyasî ya Partî ya Demukratî ya Kurdistanê bi Kurdistan 24 re ragehand: Hikumet a dahatî ji sê alî yên dê pêk bihê,Partî ya Demukratî ya Kurdistan, Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê û Bizav a Gorran.

Zêbarî di dîdarekê de bo Kurdistanb24 , xuya jî kir  ku li gor maf ên wan postan dê wergirin.

Aşkera jî kir, Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê, şeş wezaret dê hebin li gel serok ê Perlemanê, Cêgir ê serok ê Perlemanê û çend deste yên serbxwe. Tekez jî kir, Me dem gelek ji dest çûye û divê xwe bo guhertinan amade bikin.

Zêbarî li ser pêngav ên destpêkirin a pirose ya çaksazîyê li Herêm a Kurdistanê, got: Yek ji xal rêkkevtin a Partî ya Demukratî ya Kurdistanê û Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê û Gorranê bicihkirin a piroje ya çaksazîyêye û Em pabend dê bibîn. Tekez jî kir ku hemû bi hev re rûbirûyê ewê arîşeyê dê bibn.