Ji bo Efrînê TEV-DEMê banga serferberiya giştî kir

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li dijî operasyona artêşa Tirkiyê li dijî Efrînê, serfereberiya giştî li Efrînê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li dijî operasyona artêşa Tirkiyê li dijî Efrînê, serfereberiya giştî li Efrînê ragihand.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji bo xwedîderketina li Efrînê banga seferberiyê li gelê Rojava û hemû gelê Kurdsitanê, her wiha hemû kesayet û aliyên demokratîk kir.

Sererkaniya Tirkiye bi daxûyaniyekê ragihand ku “Îro demjimêr 17:00an Operasyona Efrînê bi nave “Operasyona Şaxa Zeytûnê” destpê kir.

Hevdem bi ragihandina Sererkaniyê belafirên cengî yên Tirkiyê, wekî tê gûmankirin bi erêkirina firînê ji alî Rûsya, êrîş birin ser deverên Efrînê.

Di encama topbarana artêşa Tirkiyê ji gund û navçeyên Efrînê re 10 kesên sivîl birîndar bûn.