Nûneratiya ENKSê li Hewlêrê: Em li ser mêza nevdewletî diyalogê dikin

Birîmo: Rêjîma Sûrî efserên istixbaratî dişîne Qamişlo daku bi PYDê re bicivin. Çi ji PYDê re xweş be bila wî bike, lê ENKSê ti carî bi aliyên emnî yên rêjîma Sûryê re nacive.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê nû yê Nûneratiya Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûryê li Hewlêrê (Nûrî Birîmo) ji K24ê re ragihand, ku nabe hêzên Sûrî teka teka civînan bi rêjîma Sûryê re bikin û bêjin ku ew danûstendinan dikin.

Nûrî Birîmo zelal kir, ku ew awayê rêvebriya xweser behsê dike, nedanûstendin e, ew radestkirin e û nehiştina mafên Kurda ye, ji ber ku bi gotina Birîmo, niha li Cinêvê û di bin çavdêriya civaka navdewletî de, bi amadebûna hemû aliyên Sûrî, ENKS danûstendin bi rêjîmê re dike û ji derveyî wan danûstendinan, ti alî nikare bêje ew danûstendinan bi rêjîmê re dike û tiştên niha li Rojavayê Kurdistanê dibin, ew bi xwe civînên li gel aliyên emnî yên rêjîma Sûryê ne û bi ti awayî ew nedanûstendin in.

Birîmo diyar kir, ku bi wan xweşbû, hemû aliyên Kurdî yek enî bana û li ser maseya navdewletî, danûstendin bi rêjîmê re kiribana, daku bi gerentiya navdewletî mafên gelê Kurd bên parastin.

Navhatî tekez kir, ku heya niha rêjîma Sûryê xwe ji danûstendinên siyasî yên cidî re amade nekiriye, ew tiştên ku dibin, rêjîma Sûrî efserên istixbaratî dişîne Qamişlo daku bi PYDê re bicivin û got: Çi ji PYDê re xweş be bila wî bike, lê ENKSê ti carî bi aliyên emnî yên rêjîma Sûryê re nacive û diyalog ternê wê bi rêjîmê re û li ser maseya navdewletî be.

N.O