“Bicîbûna hêzên Erebî metirsiyê li ser mafê gelê Kurd peyda dike”

Agahiyên egera kişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê gelek dengvedan di nava hêzên siyasî de peyda kirine, hin siyasetmedarên Kurd dibînin Amerîka bi vê biryarê ne cidî ye. Hin jî dibînin ku bicîbûna hêzên Erebî metirsiyê li ser mafê gelê Kurd peyda dike.

 

K24 – Qamişlo

Agahiyên egera kişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê gelek dengvedan di nava hêzên siyasî de peyda kirine, hin siyasetmedarên Kurd dibînin Amerîka bi vê biryarê ne cidî ye. Hin jî dibînin ku bicîbûna hêzên Erebî metirsiyê li ser mafê gelê Kurd peyda dike.

Li gorî rojnameya Amerîkî ya navdar “Wall Street Journal” rêveberiya Amerîkayê amadekariyên xwe dike da hêzên xwe ji Sûriyê bikşîne. Herwiha li gor heman rojnemeyê, dê hêzên leşkerî ji hin dewletên Erebî mîna Îmarat, Qeter, û Erebiya Siûdiyê li şûna hêzên Amerîkî li Sûriyê bicih bibin. Hevserokê Partiya Aştiya Kurdistanî Telal Mihemed di vê derbarê de dibêje, ku daxuyaniyên Amerîka derbarê vê yekê ne cidî ne û tenê ji bo danheva alîkariyan ji hevalbendên xwe vê yekê dike. Amaje bi wê yekê jî dikin, ku di dema dawî de hevrêziyeke bilind di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê de çê dibe û heye ev daxuyanî tenê nameyek ji van hêzan re be.

Hevserokê Partiya Aştiya Kurdistanî Telal Mihemed di vê derbarê de wiha ji K24ê re axivî: “Amerîka dixwaze şerpezebûnê bixe nava siyaseta hevalbendiya Rûsî, Tirkî û Îranî bixe û wan li bin guhê hev bixe, ji bo têkliyên wan ên sêqolî yên di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê ji hev bixe. Ti daxuyaniyeke fermî li cem Amerîka tune ye ku hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne.”

Hin rayedarên Erebiya Siûdiyê eşkere dikin, ku egera bicîbûna hin hêzên Erebî di Sûriyê de ne mijareke nû ye. Ji aliyê xwe ve hin siyasetmedarên Kurd dibînin ku ti hêz dê nikaribin mîna hêzên Amerîkî roleke giring di Sûriyê de bilîzin û tekez dikin ku bicîbûna hêzên Erebî di deverê de, dibe ku derfetê bide avakirina hêzên Islamî ku li dijî mafê Kurdan radiwestin.

Cîgirê Sekretêrê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Hesen Salih dibêje: “Heger Amerîka dixwaze ev proje biser bikeve, divê hêzeke Kurdî jî hebe nexasim Pêşmergeyên Roj ên ku karibin berevaniyê di ber miletên Kurd de bikin û bihêlin aramî di deverên wê de çê bibe. Ji bilî wê dê ne di berjewendiya Kurd de be, ji ber ku tevliheviyek dê çê bibe.”

Amerîkayê li Sûriyê nêzî 14 bargehên leşkerî ava kirine û tevî kişandina hêzên Amerîkî nehatiye piştrastkirin, lê vê biryarê gelek dengvedan di nava hêzên siyasî yên li Sûriyê peyda kirine.