PDK û YNKê ji bo wergirtina postan dicivin
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi armanca yekalîkirina postên YNKê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê dicivin.
Jêderekî ji Polîtburoya PDKê ji K24ê re ragihand, her polîtburoyên PDK û YNKê bi armanca yekalîkirina postên YNKê ji kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê dicivin.
Li gor zanayriyên K24ê jî, şanda PDKê bi serokatiya Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û şanda YNKê bi serokatiya Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl dibe.
PDK û YNKê roja 4ê Adarê li Hewlêrê rêkeftineke siyasî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê îmze kiribûn, civîna îro yekem civîna piştî îmzekirina rêkeftinê ye û herwiha hevdem e jî bi civîna Parlemantoya Kurdistanê re jî.
S. B