Putin û Erdogan liser Suriye axifîn

Erdogan û Putin rewşa Idlibê û proseya Astanayê ya pêkanîna herêmên kêmkirina şer jî peyivîn û pêwendiya dualî ya Enqere û Moskow nirxandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor agahdariyên medyaya Rûsî û Tirkî, Serokdewletê Rusyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyib Erdogan di axaftinek telefonî de  pêwendiyên her du welatan, bi taybetî hevkariya wan a liser erd a Suriyê girtin dest.

Erdogan û Putin rewşa Idlibê û proseya Astanayê ya pêkanîna herêmên kêmkirina şer jî peyivîn û pêwendiya dualî ya Enqere û Moskow nirxandin. Giringiya berdewamiya hevkariya Tirkiye û Rusyayê li herêmê anîn ziman.