Ebdulhemîd Gul: Eger Mansur Yavaş, were hilbijartin, HDP bajarvaniya Enqerê dê birêve bibe

Wezirê dada Tirkiyê Ebdulhemîd Gul dibêje: Eger 1ê Nisanê Namzetê CHPê Mansur Yavaş, were hilbijartin jî, dê HDPê bajarvaniya Enqerê rêve bibe.

K24- Hewlêr

Wezirê dada Tirkiyê Ebdulhemîd Gul dibêje: Eger 1ê Nisanê Namzetê CHPê Mansur Yavaş, were hilbijartin jî, dê HDPê bajarvaniya Enqerê rêve bibe.

Wezîrê Dadê Gul piştî daxûyaniya Hevserokê HDPê Sezaî Temeli ya wek: Wezirek Dadê yê vî welatî heye, herroj tawanan dike" bersiv da û got: Eger namzetên wan, wek endamên meclisên Bajarvaniyan jî werin hilbijartin, ewê Erkê wan jê bistînin.

Wezîrê dadê got: Ew hevpeymaniya HDPê û CHPê ku dixwzin bajarvaniyan bixin destê xwe na pejirînin.

Ebdulhemıd Gul got: Dibe ku ew endamên meclisan pêwendiya wan bi rêxistinên derveyî yasayê hebîn, ev jî pêwiste Komisyona Hilbijartinan erkê xwe rabe.

Wezirê Dadê Gul dibêje: Ew destur nadin ku bi şêwazeke dizî ve, HDPê bixin nav meclisan.