Sûriye giliyê Hevpeymaniya Navdewletî kir

Hikumeta Sûriyê radighîne, firokeyên Hevpeymanan wan gundên ku derbasbûna Hêzên Sûriya Demokrat red dikin bombebaran dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikumeta Sûriyê radighîne, firokeyên Hevpeymanan wan gundên ku derbasbûna Hêzên Sûriya Demokrat red dikin bombebaran dike.

Wezareta derve ya Sûriyê, di nameyekê de ji bo Emîndarê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û Serokê Civata Ewlekariya Navdewletî ragihand, Hevpeymaniya Navdewletî ku bi ne rewa binav kir, welatiyên Sûrî li her dû gundên Baxuza Jorî û Sûse li gundewarên bajarê ElbuKemal kiriye armanc, û komkûjî li wan her dû gundan pêk anîn e, tenê jiber ku wan derbasbûna Hêzên Sûriya Demokrat ji bo gundên xwe red kirin e.

Hikumeta Sûriyê di nameya xwe de herweha ragihand, Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî tenê di kuştina welatiyên Sûrî, û jinavbirin a jêrxaneya Sûriyê de serkeftî bûye. Daxwaz ji welatên endamên Hevpeymaniya Navdewletî kir ku, xwe ji wê Hevpeymaniyê vekşînin. Herweha daxwaz ji Neteweyên Yekgirtî kir ku, aştî û ewlekariya navdewletî biparêze, û bi awayekî bêalî bi rola xwe rabe.

Ajansa fermî ya Sûriyê ragihandibû ku, di encama bombebarankirina firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî yên gundên Baxuza Jorî û Sûse li gundewarên bajarê ElbuKemal de, 30 welatiyên sivîl canê xwe jidest dan e û bi dehên welatiyên din jî, brîndar bûn e.

 

 

C.B