Kela Wanê bermahiya çand û baweriyên cuda

Kela Wanê ku li ser girekî serdest hatiye avakirin û li aliyekî wê bajêrê Wanê, li aliyê din behra Wanê ye bi temaşaya xwe bala geştiyaran dikşîne. Kela Wanê ku mazûvaniya 4 şaristaniyan kiriye, bermahiyên çand û baweriyên cuda jî di xwe dihewîne.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Kela Wanê ku li ser girekî serdest hatiye avakirin û li aliyekî wê bajêrê Wanê, li aliyê din behra Wanê ye bi temaşaya xwe bala geştiyaran dikşîne. Kela Wanê ku mazûvaniya 4 şaristaniyan kiriye, bermahiyên çand û baweriyên cuda jî di xwe de dihewîne.

Dema ku hûn li Serhedê serdana Wanê, li Wanê jî serdana Kela wê bikin, yekem car ev zarokên 9-10 salî, we pêşwazî dikin û bi wan agahiyên ku jiber kirine, bi 3 zimanan we agahdar dikin.

Kela Wanê, wek gişt kelayan li ser girekî serdest ku dîtbariyeke berfireh û temaşe lihewildorê wê heye hatiye çêkirin. Kelaya ku di serdema Urartuyan de, ji aliye Sardûriyê Yekem ve, beriya Îsa di salên 840-830'an de hatiye çêkirin, piştî 300 sal desthilatdariya Urartuyan, mazûvaniya Asûriyan, piştî Asûriyan jî ketiye bin desthilatdariya Selçûkî û Îparatoriya Osmaniyan. Li nav kelayê hin jiwan rûxiyabin û li ciyê wan avahî û tiştên nû hatibin çêkirin jî, zêdetirê wan bermayiyên ku rêçên 4 şaristaniyan li ser hene hêj jî li piya mane.

Naîf Yaşar, 40 sal e ku li Wanê û Bakûr rojnamevanî û nivîskarî dike, pêzanîn xwe yên li ser kelayê ji bo Kurdistan24 ravedike. Yaşar, tîne zimên ku li erdnîgariya me, bermayî û berhemên dîrokî nayên parastin û loma jî hin beşên wan têk diçin, wek yên vê kelayê. Naîf Yaşar balê dikşîne di demen berê de li hewildoriya Kela Wanê çand, bawerî û nasnameyên cuda di nav aştiyê de pêkve jiyane.

Naîf Yaşar ji K24ê re li ser Kela Wanê wiha axivî:"Berê bajarê Wanê bi tevahî li derdorê Kela Wanê buye. Wan qeymên berê li vir bûne jiyana xwe li van deveran derbas kirine. Li agahiyên di pirtûkên dîrokî de, beriya şerê yekem ê Cîhanê, teqîben 30-40 hezar nişteciyên Wanê hebûne. Ew jî ji 3 qewman pêkdihatin û hersê qewman bê tu pirsgirêk, bê hesûdî û bê bela pêkve jiyane. Ji 13 taxan, 3 yê Erenanbye, taxekî ya cuhiyabuye û yên din jî misilmanbûne. "

Li gel welatiyên ku li Wanê dijîn, wealtiyên ji bajarên rojavayê Turkiyeyê û derveyî Turkiyeyê jî ji bo geştiyarî serdana kelaya Wanê dikin. Welatiyên Wanê gelek caran, ji ber xweştemaşaya li berga kelayê, tên ser kelayê û wexta xwe derbas dikin.