Di êrîşeke Rûsî de 37 sivîl li Idlibê hatin kuştin

Çavdêrgeha Sûrî ya mafê mirovan di daxuyaniyekê de ragihand, firokeyên cengî yên Rûsî çend gund û li bajarê Cisir El-Şixûr yê ser bi parêzgeha Idlibê ve bombebaran kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Çavdêrgeha Sûrî ya mafê mirovan di daxuyaniyekê de ragihand, firokeyên cengî yên Rûsî çend gund û li bajarê Cisir El-Şixûr yê ser bi parêzgeha Idlibê ve bombebaran kirin û di encamê de 37 kesên sivîl canê xwe jidest dan û 12 ji wan zarok bûn.

Li gorî rêvebirê Çavdêrgeha Sûrî Ramî Ebdilrehman ev nêzîkî du heftiyan e ku parêzgeha Idlibê ji aliyê firokeyên Rûsî û hêzên hikûmeta Sûriyê ve, bi awayekî berdewam tê bombebarankirin û bi taybetî piştî ku çekdarên opozisyonê êrîşî gundewarên bajarê Hemayê kirin.