Kantona Efrînê li ser rewşa Efrînê hate deng

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Cibicîkar a Kantona Efrînê li devera Şehba konferanseke rojnamevanî lidar xist û hevserokê wê Osman Şêx Îsa ragihand, artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi wê ve ji 58 rojan ve bi çekên giran û pêşketî êrîşeke gelekî tund aniye ser Efrînê.

Da zanîn, armanca artêşa Tirkiyê jî dagîrkirina Efrînê ye û gelê Efrînê ya resen e yê ji hezar salî ve li vê navçê ye koçber bike û dewsa wan de dixwaze jî guhartineke demographic çê bike û gelekî biyanî bîne Efrînê û nasnameya Kurdîbûna Efrînê biguhêre.

Da zanîn jî, ku şervanên YPG, YPJ û HSDê ta niha jî li her gundekî û bajarê Efrînê şerê wan hîn li hember dagîkeriya artêşa Tirkiyê berdewam e. Serkeftin ne ya Tirkiyê ye, belkû serkeftin ya gelê Kurd û şervanan e.

Amaje bi wê jî kir, gelê Efrînê dê dagîrkeriya Tirkiyê ji xaka wê re qebûl neke û ji aliyê leşkerî û civakî ve berxwedan dê hebe, ta dagîrkeriya Tirkiyê li ser Efrînê rabe.

Herwiha bang li civaka navdewletî kir, ji helwesta xwe ya ker, kûr û lal derkeve û helwestekê li hember vê dagîrkeriya Tirkiyê nîşan bide, ji ber ku tiştê îro bi serê Efrînê ve tê, dê sibe li ser civaka navdewletî bibe bela, ji ber ku Tirkiyê xwedî li terorê derdikeve û li Enqerê jî teroristan perwerde dike.

Encûmena Cibicîkar a Kantona Efrînê got jî, ew dema ji Efrînê derketine, ne ku Efrîn bi tenê hîştine, lê ji bo komkujî bi serê gelê Efrînê ve neyê kirin.

Herwiha got jî, ewê hata dawiyê li berxwe bidin û ti carî vê dagîrkeriya ku li ser wan hatiye sepandin qebûl nekin.

Nêzîkî du mehan e artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê dest bi êrîşa li ser Efrînê kirine, îro jî hêzên Tirkî û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê derbasî nava bajarê Efrînê bûn.

Ji berê vê êrîşê û li gor amarên hatine ragihand, ku ta niha nêzîkî 280 welatiyên sivîl şehîd bûne û zêdetir ji 680 welatiyên din jî birîndar bûne. Herwiha zêdetir ji 150 hezar welatiyên sivîl ji Efrînê koçber bûne.

 

 

S. B