Suriye çareseriya siyasî wekî mercê rûniştinên xwe diyar dike

Şêwirmenda Serokê Suriyeyê Buseyna Şaban ji ajansa Sputnik a Rusyayê re diyarkir ku: Ji destpêka krîza Suriye heta niha, desthilata Suriye ligel diyaloga siyasî bûye...

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmenda Serokê Suriyeyê Buseyna Şaban ji ajansa Sputnik a Rusyayê re diyarkir ku: Ji destpêka krîza Suriye heta niha, desthilata Suriye ligel diyaloga siyasî bûye û amade ye ligel her aliyek ku bawerî bi çareseriya siyasî heye rûne.”

Liser Kongreya Soçî ya Diyaloga Neteweyî ya Suriye jî got: “Serkeftina Kongreyê girêdayî wê ye ku, opozisyon dev ji şerê çakdarî berde, baweriyê bîne ku dema diyalogê ye. Di proseya siyasî de cîh bigire”.