Amerîka dest bi kişandina beşekî hêza xwe ji Iraqê kiriye

Associated Press: Hêzên Amerîkî yên ji Iraqê vekişyane, çek û teqemeniyên xwe ji bo Efxanistanê şandine.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî ajansa Associated Press, piştî bi dawîhatina şerê DAIŞê, ev demeke Amerîka dest bi kişandina beşekî ji hêzên xwe ji Iraqê kiriye.

Wê ajansê diyar kir, ku hêzên Amerîkî yên ji Iraqê vekişyane, çek û teqemeniyên xwe ji bo Efxanistanê şandine.

Çend berpirsên Iraqê jî ji bo heman ajansê ragihanine, ku li gorî rêketineke hevpeymana navdewletî, Amerîka dest bi kişandina beşekî ji hêzên xwe kiriye, lê heya niha hejmara serbazên vekişandî nehatiye eşkerekirin.