9 Efrînî li Hatayê hatin zîndanîkirin

9 kesên ku li Raco ji hêla MÎTa Tirkiyê ve hatibûn desteserkirin, bi tometa endamtiya YPGê li Hatayê hatin zîndanîkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

9 kesên ku li Raco ji hêla MÎTa Tirkiyê ve hatibûn desteserkirin, bi tometa endamtiya YPGê li Hatayê hatin zîndanîkirin.

Li navçeya Raca ya Efrînê, ji hêla MÎTa Tirkiyê ve bi tometa ku beşdarî çalakiya kuştina serbazên Tirk bûne, 9 kes hatibûn binçavkirin.

9 kesên ku navên wan nayê diyarkirin, duh li Hatayê derketin pêşberî dadgehê û di dema operasyona ser Efrînê de bi kuştina du serbazên Tirk hatin tometbarkirin.

Serdozgeriya Hatayê da xuyakirin, 9 kesên ku ji Efrînê ne, bi xerakirina Yekîtiya axa Tirkiyê û kuştina bi planê tên tometbarkirin û ji ber vê biryara zîndanîkirinê hatiye dayîn.

Ji ber dagirkirin û rewşa neasayî ya li Efrînê, derbarê nasnameya kesên hatine girtin de agahiyên zelal nîn in û bi lêpirsîneke çawa hatine girtin nayê zanîn.

Li ser vê pirsê jî, Fermandarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) red dikin ku 9 şervanên wê li Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve hatibin girtin.

 

S. B