Navenda Navneteweyî ya Palme dagîrkirina Efrînê protesto dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Di daxûyaniyekê de Navenda Navneteweyî ya Palme dagîrkirina Efrînê ji alî Artêşa Tirk û çekdarên hevalbendên wê ve protesto dike.
Di daxûyaniyê de hatiye: “dagîrkirina Efrînê li dijî hemê peymanên navneteweyî ye. Ev yek ragihandina şer e û nimûneyek din a nenaskirin a rêkeftinên navnetewî ye û dive ji alî Neteweyên Yekgirtî (NY) û Yekîtiya Ewrûpa (YE) helwêst hemberî van kiryarên Tirkiye bê diyarkirin”.
Seroka Navenda Palme ji aliyê xwe ve, vê pêngava Tirkiye wekî dijberiyek Tirkiye hemberî raya giştî ya cîhanî binav dike û daxwaz dike Tirkiye biryarên Neteweyên Yekgirtî girêdayî Suriye pêkbîn e.
C.B