MSD: Amerîka gefên Tirkiyê li ser Minbicê qebûl nake

Nûnera Encûmena Sûrya Demokrat li Washingtonê Sînem Mihemed ragihand, ku Amerîka merc û gefên Tirkiyê li ser Minbicê qebûl nake.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Nûnera Encûmena Sûrya Demokrat li Washingtonê Sînem Mihemed ragihand, ku Amerîka merc û gefên Tirkiyê li ser Minbicê qebûl nake.

Sînem Mihemed di hevpeyvînekê de li gel kenalake Erebî diyar kir, ku Amerîka dev ji Sûryê bernade wekî ku dev ji Iraqê berda û ewê bimîne heya vegera aramiyê û peydakirina rewşeke guncayî, ku xelk karibin bi ewlehî bijîn.

Bi gotina Sînem Mihemed: Ji ber vê mebestê Amerîka hejmara berpirs û pisporên xwe li Rojhilatê Çemê Firatê zêde kiriye.

Derbarê rewşa Minbicê de got: Mercên û gefên berdewam ên Tirkiyê, ne cihê razîbûna Amerîka ne û Amerîka nahêle hêzên Tirkiyê bi tena xwe derbasî Minbicê bibin, ji ber vê yekê jî wê li gel Enqerê dest bi gerên çavdêriyê bike.

Navhatî Tekez kir, ku ti şervanên HSD û YPG li Minbicê tine ne û tevahiya hêzên wan ji wî bajarî derketine û radestî Encûmena Minbic a Serbazî kirine.

N.O