Sibe du kompaniyên firokevaniyê vedigerin Hewlêrê

Sibe herdu kompaniyên firokevaniyê yên Fly Dubai û hêla şahane ya Urdinî, wê vegerin firîngehên Hewlêr û Silêmaniyê.

K24 - Navenda Nûçeyan

Sibe Duşemê, du geştên navdewletî li firîngehên Herêma Kurdistanê destpê dikin.

Piştî rakirina dorpêçê ji ser firîngehên Herêma Kurdistanê, sibe du kompaniyên firokevaniyê, geştên ezmanî ji bo Hewlêrê encam bidin.

Li gorî malperên elktironî, sibe herdu kompaniyên firokevaniyê yên Fly Dubai û Hêla Şahane ya Urdinî, wê vegerin firîngehên Hewlêr û Silêmaniyê.

Li gorî zanyariyên jêderekî haydar, hîna Hewlêr û Bexda kêşeya vîzeyan çare nekirine, bi awayekî Bexda daxwaz kiriye, ku mafê dayina vîzeyê di destê Hikûmeta Iraqî tenê de be, lê Herêma Kurdistan vê yekê red dike.

Roja 13ê vê mehê, bi biryareke Hikûmeta Iraqê, dorpêça li ser geştên navdewletî ji ser firîngehên Herêma Kurdistanê hat rakirin û herdu firîngeh li ber geştên navdewletî hatin vekirin, ku ji 29ê Êlûna 2017an ve, geştên navdewletî li herdu firîngehên navdewletî yên Hewlêr û Silêmaniyê hatibûn qedexekirin.

N.O