Enqere: li sê wîlayetên Tirkiyê 18 çekdarên PKKê hatin kuştin

Heya niha Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) ti zanyarî li ser vê mijarê belav nekiriye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tikriyê ragihand, ku di çend demjimêrên derbasbûyî de, ji encama operasyonên hêzên emnî li başûrê rojhilatê Tirkiyê, 18 çekdarên PKKê hatine kuştin.

Wezareta navxwe ya Tirkiyê, di daxuyaniyekê de got: 11 ji wan çekdarana li wîlayeta Osmaniye û 3 ji wan li Diyarbekir û 4 li Şernexê hatin kuştin.

Her li gorî wê daxuyaniyê, operasyonên hêzên Tirkiyê li dijî çekdarên PKKê li wan wîlayetan berdewam in.

Heya niha Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) ti zanyarî li ser vê mijarê belav nekiriye.

N.O