“Zemîna danûstandina Kurdî – Kurdî li Rojava tune ye”

Ji bo dîtina çareseriyê ji hin kêşeyên Rojavayê Kurdistanê re, Partiya Demokrat a Pêşverû li Sûriyê (Pêşverû) partiyên siyasî vedixwîne civînekê.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Ji bo dîtina çareseriyê ji hin kêşeyên Rojavayê Kurdistanê re, Partiya Demokrat a Pêşverû li Sûriyê (Pêşverû) partiyên siyasî vedixwîne civînekê. Hin şopîner jî dibînin ku tevî giringiya vê gavê, lê zemîna danûstasndinê di nava aliyên siyasî yên Kurdî de ta nuha tune ye.

Bi gurbûna gefên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û bakûrê Sûriyê, bangên yekrêziyê di nava aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê de jî zêde dibin. Partiya Pêşverû li bajarê Qamişlo di kongireke rojnamevanî de doza xwe eşkere kir û da zanîn ku ji ber ku Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bi giştî di qonaxeke hestiyar re derbas dibe, pêdiviya civaka Kurdî bi yekrêziyê zêde dibe. Diyar kir jî ku hemû hêz û partiyên siyasî vedixwîn civîneke giştî û pêşbîn e di civînê de behsa çawaniya rawestandina gefê Tirkiyê bê kirin, herwiha avakirina helwesteke Kurdî ya yekgirtî derbarê hemû kêşe û dosyên girêdayî bi doza Kurdî ve.

Ji bo avakirina helwesteke yekgirtî gelek projeyên yekrêziyê li Rojavayê Kurdistanê derketine, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê ji serperiştên yek ji van projeyan e, berpirsên wê dibînin ku ta niha nakokiyên di nava partiyan de berdewam in, loma ti zemîn ji avakirina yekrêziyeke Kurdî re tune ye û tekez dikin jî ku tevî giringiya vê gave, lê bêyî hebûna hin mercên serkeftinê, ev proje dê ti encaman nede.

Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê Luqman Yûsif ji K24ê re got: “Ez ne gelekî geşbîn im, ji ber ku destpêşxerî yan her projeyeke siyasî pêwîst e bingehek jê re bê danîn da ku encamine erênî bide. Lê mixabin, heger em bibêjin bila ENKS û PYD bi hev re rûnin, ENKS dê bibêje girtiyên min hene û nivîsgehên me girtî ne û ti zemîn tune ye ku bi hev re rûnin, ji ber wê dê tin encam nebin.”

Pêşbîn e roja Pêncşema bê li ser daxwaza Partiya Pêşverû civînek ji partiyên siyasî yên Kurdî re lidar bikeve û di gel ku ta niha gelek aliyên siyasî li ser beşdarbûna civînê erê nekirine, egerên biserketina vê destpêşxeriyê jî nediyar dimîne.