Kurdistan Felah Mistefa: Referandûm yekem gav e bo destpêkirina proseya serxwebûnê

Felah Mistefa: Referandûm yekem gav e bo destpêkirina proseya serxwebûnê

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmea Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ragihand, referandûm yekem pêngav e bo destpêkirina zincîreyek ji civîn û diyalogê yên derbarê serxwebûna Kurdistanê de ligel Bexdayê.

Di hevdîtinekê ligel ajansa “Sputnik” Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa diyar kir, Herêma Kurdistanê bijardeya referandûmê weke bijardeyekê bo bidawîanîna pirsgirêkên navxweyî yên Iraqê dibîne.

Herwiha Felah Mistefa got, “Herêma Kurdistanê her dem hewl daye wek beşek ji Iraqê bimîne û mafên xwe bistîne lê berpirsên Bexdayê nexwastine û naxwazin mafên Kurdistanê bidin, ji ber wê jî biryar daye referandumê pêk bîne.”

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê da xuyakirin ku, referandûm wê kêşeyan çareser bike ne bibe kêşe. Tenê gelê Kurdistanê dikare biryar bide referandum were encamdan an na.

Felah Mistefa got jî raya giştî ya navdewletî jî piştgîriyê li serxwebûna Başûrê Kurdistanê dike.