UNICEF: Li Tirkiyê 680 hezar xwendekar perwerdeyê dibînin

Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê li ser perwerde û entegrasyona penaberên ku li Tirkiyeyê dijîn li zanîngeheke dewletê konferansek navneteweyî hate lidarxistin. Di konferansê de li ser rewşa xwendekarên Sûriyeyî ku li Tirkiyeyê ne û projeyên derbarê entegrasyona penaberan de hate axaftin û rêyên çareseriyê ji aliyê pisporan ve hate gotûbêjkirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê li ser perwerde û entegrasyona penaberên ku li Tirkiyeyê dijîn li zanîngeheke dewletê konferansek navneteweyî hate lidarxistin. Di konferansê de li ser rewşa xwendekarên Sûriyeyî ku li Tirkiyeyê ne û projeyên derbarê entegrasyona penaberan de hate axaftin û rêyên çareseriyê ji aliyê pisporan ve hate gotûbêjkirin.

Li Sûriyeyê ji sala 2011an ve şerê navxweyî berdewam dike û di encama vî şerê giran de li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî yê Adara 2018an 11 mîlyon kes jî bûn penaber û neçar man li derveyî welata xwe bijîn. Bi hejmareke biqasî 4.1 mîlyonan jî welatê ku herî zêde penaber vehewandiye Tirkiye ye. Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê jî li ser perwerde û entegrasyona van penaberên ku li Tirkiyeyê dijîn konferansek navneteweyî hate lidarxistin. Di konferansê de li ser hejmara xwendekarên Suriyeyî û projeyên derbarê wan de hate rawestandin ku li gor daneyên Saziya Penaberan niha 1.235.439 kes li Tirkiyeyê di temenê perwerdeyê de ye.

Di konferansê de Cigira Nûnerê UNICEFê ya Tirkiyeyê Nona Zicherman jî rave kir ku li tevahiya cîhanê 3.2 mîlyon zarok bi fonên UNICEFê diçin dibistanan û ew li Tirkiyeyê jî ji bo perwerdeya penaberan kar û xebatên xwe didomînin

Cigira Nûnerê UNICEFê ya Tirkiyeyê Nona Zicherman ji K24ê re wiha axivî: "UNICEF ev 16 sal in ku li Tirkiyeyê heye û ez ji 4 sal in ku li Tirkiyeyê me. Di 2015an de li Tirkiyeyê 220 hezar xwendekarên penaber hebûn. Lê niha zêdeyî 680 hezar xwendekar bi awayekî fermî perwerdeyê dibînin. Piştî destpêkirina şerê Sûriyeyê UNICEF ji bo nifşekî winda çê nebe her dixebite. Di çarçoveya vê yekê de em hem li dibistanan perwerdeyê didin zarokan û hem jî mamosteyan dişînin malan bo perwerdeyê. Herwiha ji ber ku kêşeya ziman heye em ji aliyê derûniyê ve jî perwerdeyê didin mamosteyan jî"

Ji Zanîngeha Tirk û Elmanan Prof. Dr Murat Erdogan ku li ser rewşa penaberan xebatan dike amaje pê dike ku di dîroka Tirkiyeyê de di navbera salên 1923 û 2011an de 1.8 milyon penaber hatine Tirkiyeyê. Lê belê piştî şerê Sûriyeyî ango piştî 2011an ev hejmar bûye 4.1 mîlyon û ev yek jî xebatên entegrasyona penaberan zehmettir dike.

Prof. Dr. Murat Erdogan got: " Hem gelheya Tirkiyeyê zêde dibe û hem jî gelheya penaberên li Tirkiyeyê zêde dibe. Tirkiye di warê entegrasyona penaberan de politîkayeke berfireh nemeşand û li gorî ku ez dizanim naxwaze politîkayeke wisa jî bimeşîne. Lê di warê tenduristî û perwerdeyê de gelek xebat hene. Lê bi baweriya min ji bo çareseriya penaberan divê zêdetir rêveberiyên hereman wekî şaredarî, walîtî werin erkdarkirin. Ji ber ku her deverek xwedî dînamîkên cuda ne."

Herwiha di konferansê de hate ragihandin ku Li Tirkiyê zêdeyî 20 hezar penaberên Suriyeyî hene ku xwendekarên zanîngehê ne lê belê bi awayekî fermî 14.747 kes li zanîngehên Tirkiyeyê dixwînin.