Brîtanyayê wezîrekî nû ji bo karên derve destnîşan kir

Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May, Wezîrê Tenduristiyê Jeremy Hunt li cihê Boris Johnson wek Wezîrê Derve yê welatê xwe destnîşan kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May, Wezîrê Tenduristiyê Jeremy Hunt li cihê Boris Johnson wek Wezîrê Derve yê welatê xwe destnîşan kir.

Duh, Porîs Johnson destê xwe ji kar vekişand, Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May jî ew destkişandin qebûl kiribû.

Johnson di gotara vekişandinê de got: “Pêşniyazên May di warê bazirganiyê deyên ji piştî vekişîna ji Yekîtiya Ewropayê, dê bilhêle Brîtanya bibe dagîrkirî ji Yekîtiya Ewropayê ve.”

Di yekem daxuyaniya xwe de jî, Wezîrê Derve yê nû Jeremy Hunt got, ewê piştevaniya Theresa May bike, ta bi Yekîtiya Ewropayê re bigihin rêkeftinekê.

 

S. B