Kurdistan “Guhertina destûrê fermana mirina Kurd û pêkhateyên din dide”

“Guhertina destûrê fermana mirina Kurd û pêkhateyên din dide”
Wêne: Arşîv

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamentera HDPê Meral Daniş Beştaş got, bi vê guhertina destûrê fermana mirina Kurdan, Elewiyan, pêkhateyên cuda tê dayin.

Gotûbêjên guhertina sistema rêvebirina Tirkiyê duh li parlamentoyê berdewam kir. Parlamentera HDPê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş got, bi vê destûrê, demokrasiya kêm ya Tirkiyê, dibe qurbanê sîstema dîktatorî û hebûna hemû damûdezgehên civakî û demokrasî jî ji holê tên rakirin.

Beştaş da xuyakirin, AK Partî dijberên xwe zîndan kirine û dixwaze bi vê awayî destûrê biguherîne. Beştaş bang li partiya desthilatdar kir, bila hemû alî fikr û dîtinên xwe bêjin û gel bi awayê biryara xwe bide.

Her wiha got, desthilatiya Tirkiye li derve û hundir neyartiya Kurdan dike û pejirandina vê destûrê tê wateya berdewamiya vê siyasetê û ji parlamenteran xwest rê nedin vê yekê.