Goran û Komel pêşbîniya 2 egerên metirsîdar bo Kerkûkê dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Tevgera Goranê û Komela Îslamî di daxuyaniyekê de daxwaz dikinm bersiva destpêşxeriya navdewletî bê dan û referandûm bê paşxistin. Herwiha derbarê Kerkûkê de jî pêşbîniya 2 egerên metisîdar dikin.
Di daxuyaniyê de hat, “Biryardan li mafê çarenivîsî û damezrandina dewletê di vê rewşa aloz, pir qeyran û pêşeroja ne diyar de, ne tenê xizmeta wê stratejiyê nake, lê gaveke metirsîdar e ji bo niha û pêşerojê de.”
Di daxuyaniya wan her du aliyan de hatiye, “Heger referandûm li Kerkûkê û li navçeyên Kurdistanê yên hatine birîn bê kirin, dibe sedema şer û jidestdana wan navçeyan. Heger referandûn li wan navçeyan neye kirin, em bi destê xwe nîvê rûbera Kurdistana Başûrê berdidin.”
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye, “Daxwaz dikin pêşwazî li destpêşxeriya civaka navdewletî were kirin.”