Tirkiyê biryara girtina karmendekî din ê konsolxaneya Amerîka da

Piştî kirîza vîze ya navbera Amerîka û Tirkiyê de, Tirkiyê biryara binçavkirina karmendekî din yê konsolxaneya Amerîka da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî kirîza vîze ya navbera Amerîka û Tirkiyê de, Tirkiyê biryara binçavkirina karmendekî din yê konsolxaneya Amerîka da.

Berî çend rojan karmendekî konsolxaneya Amerîka ya li Stenbolê hat binçavkirin, piştî vê yekê jî duh Amerîka dayîna vîza ya ji bo welatiyên Tirkiyê ji bo demeke nediyar rawestand. Tirkiyê jî li hemberî vê biryarê dayîna vîze ya ji bo welatiyên Amerîka rawestand.

Çapemeniya Tirkiyê îdia kir ku, biryara binçavkirina karmendekî din yê konsolxaneya Amerîka hatiye dayîn. Welatiyê biryara binçavkirina wî hatî dayîn jî welatiyê Tirkiyê ye û peywendiyên hevjîna wî ligel Tevgera Gulen hene.

Herwiha kesê biryara binçavkirina wî hatî dayîn hê nehatiye girtin û ji konsolxaneya Amerîka dernakeve derve.