Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya Tirkiyê dike

Li hember nîşandana amadehiya xwe ji bo hevkariyê û şandina komek ji alîkariyan ji kesên ketine ber ziyanê ji encama erdheja Herêma Kurdistanê, hikûmeta Herêma Kurdistanê di riya peyvdarê xwe re, spasiya Tirkiyê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî peyamek bi zimanê Tirkî li hejmara xwe ya tûra civakî “Twitter” belav kir û nivîsî: “Spasiya Tirkiy, AFAD û Heyva Sor yaw î welatî dikin, ku ragihandibûn ew amade ne hevkariya Herêma Kurdistanê bikin, piştî erdheja erdheja şeva borî Herêma Kurdistanê hejand.”

Ji bilî wê jî, Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya polîs û hêzên ewlehiyê kir, ku asayişa rûniştvanên Herêma Kurdistanê parastin.