“Projeya Hîlala Şî'î dê Sûriyê di qonaxeke zehmet re derbas bike”

Siyasetmedarên Kurd li Rojavayê Kurdistanê dibînin ku Sûriye di qonaxeke zehmet re dê derbas bibe .
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Bi pêşveçûna leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk û Artêşa Sûriyê li dijî DAIŞê li barêzgeha Dêra Zorê, hin siyasetmedarên Kurd li Rojavayê Kurdistanê dibînin ku Sûriye di qonaxeke zehmet re dê derbas bibe .

Serkirdê di Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ebdilselam Ehmed dide zanîn ku Iran berdwam e bi cîbicîkirina projeya xwe ya Şî'î di herêmê de û metirsiya ji Heşda Şeibî ne kemî ya DAIŞê ye .

Ebdilselam Ehmed ji K24ê re wiha axivî: “Ji aliyê hizrê ve Heşda Şî'î ji DAIŞê ne cuda ye, heger li aliyekî Ebû Bekir Bexdadî heye, lê aliyê din jî wîlayet El-Feqîh heye. Heger rêkeftinên siyasî bi hewlên hêzên navdewletî çê nebin, eger e Sûriye bi aliyê perçebûnê ve biçe, yan jî bi aliyê şereke berfereh li herêmê ve biçe.”

Ji aliyê xwe ve, Serokê xwecihiyên ENKSê Mihsin Tahir dibêje, projeya Îranî li deverê xewn e û Amerîka nahêle ku projeya wê bi rê ve biçe, çimkî gefan li berjewendiyên Amerîka li deverê dike. 

Mihsin Tahir got: “Projeya Îranê li dijî berjewendiyên Amerîka xelkê deverê ye, ji ber wê ew projeya ku Îran dixwaze li ser kar bike û riya Hîlala Şî'î ji Tahranê û ta Şam û Beyrûtê veke, li pêşiya wê gelekî zehmetî û astengî hene, li dawiyê jî ew proje naçe serî.”

Çavdêrên siyasî dibêjin ku pirsgirêka Sûriyê dê berdewam bike, çimkî hin wletên xwedî biryar li gorî berjewendiyên xwe dê hewldanan bikin ku aramî li deverê çê nebe. Herwiha tekez dikin, eger e hêza heşda Şeibî bi heman rola DAIŞê rabe, ji alikî din ve dibêjin ku opozîsyona Sûrî bixwe parçekirî ye û ev yek dê bibe sedema berdewamiya nakokiyan.