Heşda Şeibî: Hêzên Amerîkî li Kerkûkê dagîrker in û bersiva wan didin

Peyvdarê Heşda Şeibî li eniya “Bakur” Elî Huseynî belavbûna hêzên Amerîkî li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê red kir û got: “Bi ti awayekî ew nayê qebûlkirin”

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Heşda Şeibî li eniya “Bakur” Elî Huseynî belavbûna hêzên Amerîkî li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê red kir û got: “Bi ti awayekî ew nayê qebûlkirin”

Elî Huseynî ji malpera “Bexdad El-Yeym” re got: “Navçeyên ku pirsgirêk li ser in aram in û ti pêwîstiya wê bi hêzeke biyanî nîn e. Hêzên ewlehiyê yên Iraqê bi rerkên xwe radibin û hemû pêkhateyan diparêzin. Loma bihaneya belavbûna hêzên Amerîkî ji bo rêgirtin li rûbirûbûn û binpêkirinan ne rast in û ti binpêkirinek rû nedaye.”

Daxuyaniya Elî Huseynî di demekê de ye, li gor zanyariyên dezgehên pêwendîdar, hêzên Heşda Şeibî bi sedan mal û milkên welatiyan li Xurmatû û Kerkûkê wêran kirine û şewitandine. Herwiha ji ber dagîrkirina wê hêzê jî, zêdetir ji 180 hezar kes ji wan navçeyan koçber bûne û rojane binpêkirinan li dijî pêkhateyên din jî dikin û bi taybet li Kurd.

Peyvdarê Heşda Şeibî got jî: “Heger ew hêzên Amerîkî bêne wan navçeyan, em wek hêza biyanî û dagîrker danûstandinê pê re dikin. Bi hêzê bersiva wan didin. Herwiah red dikin ku ti rêkeftinek ji bo belavkirina wan hêzên biyanî li wan navçeyan hatibe kirin.”

Di heman demê de, îro rojnameya “El-Meda” belav kir, hejmareke berçav ji wan hêzên Amerîkî yên di sala 2011an ji Iraqê vekişiyabûn, vegeriyan başûrê Kerkûkê û li wan navendên ku ber tê de bûn belav bûn. Biryar e beşdariyê di rêvebirina dosta ewlehiyê li navçeyên ku pirsgirêk li ser in bikin.

Herwiha hêzên Amerîka qonax bi qonax li wan navçeyan belav dibin, ji bo rêgiriyê li binpêkirinan bigirin.

Li gor zanyariyên berpirsên Kurd, beşek ji wan hêzên Amerîkî li firokxaneyekê li rojavayê Xurmatûyê bicih bûne.