Erdogan dema kişandina hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistanê diyar kir

Receb Teyib Erdogan: Emê hêzên xwe ji Sûryê bikişînin, tenê gava gelê Sûrya hilbijartinan bike û Hikûmeteke nû hilbijêre.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Ajansa Anadolê ya Nûçeyên Tirkiyê belav kir, ku Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan gotiye: Emê hêzên xwe ji Sûryê bikişînin, tenê gava gelê Sûrya hilbijartinan bike û Hikûmeteke nû hilbijêre.

Artêşa Tirkiyê di bin diruşma (Parastina Ewlehiya Netewî) û serkutkirina YPGê û PYDê, leşkirkêşî li ser Rojavayê Kurdistanê encam da û bejarê Efrînê di 20 Adara 2018an de û gellek navçeyên din ên Rojavayê Kurdistanê xist bin destê xwe de.

Ji destpêka cenga navxwe ya Sûryê ve, di Adara 2011an de, Tirkiyê pêwendiyên xwe li gel Sûrya qut kir.

Herwiha di çendîn helkeftên cuda de, Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, Beşar Esed wek bikujê welatiyên Sûrî binav kiriye.

N.O