Serok Barzanî: Te'rîb zulm û neheqiyeke mezin e

Serok Barzanî radighîne, te'rîb zulm û neheqiyeke mezin e û ji hemû babetekî din cudatir e

K24 – Navenda Nûçeyan

 Serok Barzanî radighîne, te'rîb zulm û neheqiyeke mezin e û ji hemû babetekî din cudatir e.

Di civînekê de digel kesayetî û rîspiyên navçeya Sergeran, Serok Barzanî kesên amadebûyî ji wê yekê piştrast kir ku, gelê Kurdistanê li pişta wan e. Dê hemû rêyan ji bo rawestandina proseya nemirovane ya bi Erebkirinê bikar bînin û rewşê wek berê vegerînin. Bi Erebkirin, zordarî û binpêkirinên mafê xelkê ne cihê razîbûnê binav kir. Herweha Serok Barzanî got, xelkê Kurdistanê xwedî exlaqekî bilind e û kultereke dewlemend a ji bo rêzgirtin li netew û olên din heye. Tu demekê jî, wê yekê naxwaze ku, pirsgirêkên siyasî digel hikûmetan bibe sedema alozî û şerê di navbeyna neteweyan de. Digel wê yekê jî, bi Erebkirin wekî proseyek metirsîdar wesfkir û diyarkir ku, binpêkirin di derheqê xelkê wan navçeyan de hatiye kirin.

Serok Barzanî spasiya xweragirtina xelkê wan navçeyan kir û daxwaz kir ku, moral û hêviya wan bilind bin. Tekez jî kir, li hember zulm û zorê, bi Erebkirin û xwesepandinê wan bi tenê bicîh nahêle.

Her di wê hevdîtinê de, kesayetiyên navçeya Sergeran dilgiranî û têbîniyên xwe û xelkê navçeyê di derbarê destpêkirina proseya bi Erebkirinê gihandin Serok Barzanî û behsa hûrguliyên rewşa navçeyê û awayê bi Erebkirinê yên berê û niha kirin. Herweha, ji bilî derbirîna piştevaniya xwe ji bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê daxwaz kirin ku, Serok Barzanî sînorekî ji bo helmeta nû ya bi Erebkirinê deyne, ku niha li navçeya Sergeran û çendîn navçeyên din destpê kiriye.