Hollanda bi hevkariya Pêşmerge berdewam dibe

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Hollandayê Stef Blok di konferanseke rojnamevanî de naveroka civîna xwe aşkere kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Hollandayê Stef Blok di konferanseke rojnamevanî de naveroka civîna xwe aşkere kirin.

Nêçîrvan Barzanî derbarê civînê de ragihand, behsa hevkariyên Hollandayê ji Herêma kurdistanê re hat kirin, bi taybet hevkariyên wî welatî di şerê li dijî DAIŞê de û hebûna hêzên wî welatî li Herêma Kurdistanê ji bo rahênankirina Pêşmerge. Herwiha spasiya wê welatî kir ji bo hevkariyên hikûmet û rêxistinên wê yên ne hikûmî ji bo gihandina hevkariyan ji koçberan re.

Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxwaz kir, Hollanda hevkariyên zêde bi Herêma Kurdistanê re bike û bi taybet di warên keştûkal, aborî û xwendinê de û girîngiya zêdetir jî pê bide.

Amaje bi wê jî kir, di civînê de behsa pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat kirin, ku tê çaverêkirin di kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê de pêwendî ber bi pêş ve biçin.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Hollandayê ragihand, pêwendiyên wan yên baş bi Herêma Kurdistanê re hene û girîngiyeke zêdetir pê didin.

Got jî, wan hevkariya hêzên Pêşmerge kirine û hevkariyên wan yên leşkerê ji Pêşmerge re berdewam dibin û ew dixwazin Herêma Kurdistanê bibe herêmeke bihêz û pêwendiyan wan jî bihêztir bibin.

 

 

S. B