Îsraîl ji bo yekem car firokeyên F35 bikar tîne

Ew firoke ji aliyê kompaniya Lockheed Martin Aerospace ve tê çêkirin û nirxê her yekê ji wan firokeyan, nêzîkî 100 milyon dolar e.

K24 - Navenda Nûçeyan

Fermandeyê hêza ezmanî ya Israîlê Amikam Norkin ragihand, ku di 2 êrîşên cuda de li Rojhilata Navîn, hêza Israîlê firokeyên cengî ji corê F35 bikar aniye û bûye yekem welat ku wî corê firokeyan bikar tîne.

Daxuyaniyên fermandeyê hêza ezmanî ya Israîlê di demekê de ye, ku di dema derbasbûyî de, firokeyên cengî yên wî welatî çendîn caran êrîşî bingehên rêjîmê û yên Îranî li nav axa Sûryê kirin û dibe ku di wan êrîşan de ev corê firokeyan bikar anîbe.

Firokeya F35 ya herî bihêz e heya niha li ser astê cîhanê û karîna wê ya xwe veşartinê ji ser radaran heye.

Ew firoke ji aliyê kompaniya Lockheed Martin Aerospace ve tê çêkirin û nirxê her yekê ji wan firokeyan, nêzîkî 100 milyon dolar e.

N.O