Biryareke Esed gefê li mal û milkên penaberan dike

Li gorî biryarê, her kesek xwedantiya xwe li ser mal û milk û zeviyên xwe li cem aliyên pêwendîdar tapo nekiriye, pêwîst e di nava mehekê de, dêkomêntên pêwîst pêşkêşî aliyên pêwendîdar bike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokê Sûryê Beşar Esed, biryara rastkirina yasaya jimare (10) a sala 2018an da û têde hatiye, ku her kesek xwedantiya xwe li ser mal û milk û zeviyên xwe li cem aliyên pêwendîdar tapo nekiriye, pêwîst e di nava mehekê de, dêkomêntên pêwîst pêşkêşî aliyên pêwendîdar bike, daku xwedantiya xwe li ser mal û milkên xwe pişrast bike.

Di rastkirina yasaya 10an de hatiye, ew kesê ku nikaribe derbasî Sûryê bibe û xwedantiya xwe li ser wan zeviyan piştrast bike, merivên wî ji pila çarem ango pismam û dotmam, yan jî pisxal û dotxalên wî, karin bi riya wekaleyeke yasayî, li şûna xwedanên mal û milkan, dêkomêntên pêwîst pêşkêş bikin û xwedantiya wekîlê xwe li ser mal û milkan piştrast bikin.

Herwiha li gorî biryara nû ku ji aliyê Serokê Sûryê ve hatiye stendin, piştî mehekê ji derketina vê biryarê, nema dêkomênt û belgehên welatiyan tên wergirtin û ji piştî bidawîbûna moleta mehekê ve, wê komîteyek yan gellek komîte bên pêkanîn, daku lêkolînê li ser wan belgehan bikin, ku welatiyan pêşkêş kirine û xwestine bi riya wan xwedantiya xwe li ser milkên xwe piştrast dikin.

Li ser rastkirina yasaya 10an ji aliyê Serokê Sûryê ve. Wezîrê Rêveberiya Xwecihî yê Sûryê Hisên Mexlûf ragihand, ku ev biryar rê li ber dubare avakirina bajarên wêranbûyî xweş dike, herwiha asankariyekê ji welatiyan re çêdike û bi taybet yên ku li derveyî Sûryê ne, ku di nava mehekê de, xwedantiya xwe li ser mal û milkên xwe piştrast bikin.

Lê gellek penaberên Sûrî dilgiraniya xwe li ser yasaya10an bi giştî didin xuyakirin û gellek ji wan dibêjin, ku ew li gel hemû merivên xwe ji Sûryê reviyane û merivên wan ên pila çaran jî li Sûryê peyda nabin, li gorî vê yekê jî, wê Hikûmeta Sûryê dest li ser mal û milkên wan deyne û tekez dikin, ku ji destpêkê ve, armanca yasaya 10an ew e, ku Hikûmet bi yasayên xwe, dest li ser milkên penaberan deyne.

Berî niha jî, Komisyona Netewên Yekgirtî ji bo Karûbarên Penaberan ragihandibû, ku tenê 9% ji penaberên Sûrî, karîne dêkomêntên xwedantiya xwe li ser mal û milkên xwe biparêzin.

N.O