Serbest Lezgîn: Qebûl nakin Heşda Şeibî li sînorê Şingalê bimîne

Serperiştê mihwerê Şingalê ragihand, Heşda Şeibî em agahdar kirine ku dest bi operasyoneke nû bo kontrolkirina bajarokê Qeyrewan ya ser bi Şingalê ve kirine, herçend e em nîgeran bûn, lê Heşda Şeibî ti bersiva me neda û bi biyareke takalî operasyona xwe dest pê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serperiştê mihwerê Şingalê Serbest Lezgîn ji ajansa “Anadolu” re got: “Herçend e biryar hebû, ku bê rlkeftina leşkerî di navbera Bexda û Hewlêrê operasyoneke hevbeş a artêşa Iraqê û hêza Pêşmerge bo kontrolkirina navçeyên di bin destê DAIŞê pêk bînin. Lê mixabin Heşda Şeibî destpêşxerî kir û bê guhdana bi rêkeftina leşkerî, operasyonek li bajarokê Qeyrewanê ya ser bi Şingalê ve encam da.”

Lezgîn dibêje: “Wek Heşda Şeibî bangeşe dike, ew operasyon kiriye, da ku bigihe sînorê Sûriyê, lê di rastiyê de ew cihê ku Heşda Şeibî tê de şer dike 60 ta 70 k.m dûrî sînorê Sûriyê ye û armanca sereke ya Heşda Şeibî ji wê operasyonê ew e, ligel Hizbulah û grûpên Şîyî yên din riyeke bejayî di navbera Iraq û Sûriyê de vekin, ev jî gefek e li ser gund û navçeyên sînorî ye.”

Serbest Lezgîn dibêje: “Hêza Pêşmerge bi ti awayekî qebûl nake besteke xaka Herêma Kurdistanê di bin destê çi hêzeke din ya biyanî de be, di egera mana Heşda Şeibî li navçeyên Kurdî yên sînorî yên bajarokê Şingalê de, helwesteke me dê hebe.”