Behcet Ebdo: Sîstema AKPê dê li Efrînê bidawî bibe

Serokê Desteya Berevaniyê ya Efrînê Behcet Ebdo ragihand, hêza wan a professional heye û dikare li hember êrîşa Tirkiyê berevaniyê li xwe bike.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Desteya Berevaniyê ya Efrînê Behcet Ebdo ragihand, hêza wan a professional heye û dikare li hember êrîşa Tirkiyê berevaniyê li xwe bike.

Behcet Ebdo derbarê gefên Tirkiyê li ser Efrînê ji K24ê re got: “Em bi têkoşîneke bêhempa li hember êrîşên Tirkiyê berxwe didin. Di heyama 7 salên derbasbûyî de û tevî kêmderfetiyan, em gihêştin asteke bilind, ku îro hêza me professional e û dikare berevaniyê li xwe bike.”

Herwiha Behcet Ebdo li hember egera destpêkirina operasyonekê ji aliyê artêşa Tirkiyê li dijî Efrînê de got: “Wek çawa çekdarên DAIŞê li Reqayê bidawî bû, dê sîstema APKê dewleta Tirkiyê di Efrînê de bidawî bibe.”

Ebdo amaje bi rola Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê û Rûsyayê kir û got: “Ji destpêka şerê li hember DAIŞê, Hevpeymaniya Navdewletî hevkariyek baş bi me re kiriye. Herwiha pêwendiyên me bi Rûsyayê baş in, lê me ti gerentî bo rêgirtin li pêş êrîşa Tirkiyê nebiriye.”

Îro careke din Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan gefa destpêkirina operasyona li dijî Efrîn û Minbicê xwar û got, Artêşa Tirkiyeyê dê di demeke kurt da pirsa Efrîn û Minbicê çareser bike. Amadehiyên wan temam bûn û dê dest bi operasyon bikin.