Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê neşikiya, lê îxanet lê hate kirin

Serok Mesûd Barzanî îro ligel encûmena serkirdayetî, berpirs û rêvebirên liq, navçe û berpirsên îdarî û endamên parlemanto û endamên encûmena parêzgehê yên ser bi Partiya Demokrat a Kurdistanê re civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî îro ligel encûmena serkirdayetî, berpirs û rêvebirên liq, navçe û berpirsên îdarî û endamên parlemanto û endamên encûmena parêzgehê yên ser bi Partiya Demokrat a Kurdistanê re civiya.

Di civînê de Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û hevsoziya xwe ji bo amadebûyan û ew xelkê ku ji piştî bûyerên 16ê Cotmehê rastî azar û koçberiyê bûne derbirî û tekez kir, ew hemû kesên ezîz ji bo perensîp û rûmeta Kurdistanê bi dirêjahiya dîrokê qurbanî dane.

Serok Barzanî têr bi berferehî behsa bûyerên piştî referandûmê û wê rewşa nexweş a ser bi Kerkûk û navçeyên din ên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê kir û ragihand, gelê Kurdistanê neşikiya, lê îxanet lê hate kirin, şikestin jî dibe, dema îrada me bişike.

Serok Barzanî ew yek dupat kir, sedema wê rewşê ne referandûm e, belkû ji zû ve Bexda niyaza wê hebû êrîşî Kurdistanê bike. referandûm nehatiba kirin jî, plan li dijî Kerkûkê her hebû.

Serok Barzanî di dirêjahiya gotara xwe de referandûm bi biryareke rast û durist a gelê Kurdistanê zanî ku diviyabû zûtir encam daba û bi pîroztirîn û rewatirîn destkeftên niştimanî û netewî ya gelê Kurdistanê binav kir.

Herwiha got jî, referandûm dengê rewa û aştiyane yê gel e û bi ti yasa û hikûmetek wî dengî hilnaweşîne. Ewa ku berbest bo wê destkefta mezin dirust kiriye ixaneta taqemekê bû ku pişta xwe kirin gelê Kurdistanê û Kerkûk firoton û radest kirin û heger ew îxaneta 16ê Cotmehê neba, niha gelê Kurdistanê di rewşeke din de bû.

Serok Barzanî ew ji amadebûna re aşkere kir, rewşa îxanet, dagîrkirî û ferza emir waqêi bi zor û çekê, nasnameya Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê nayê guhartin. Em her dem, niha û berê jî me gotiye ku dixwazin Kerkûk û navçeyên din bikin nimûneyeke pêkvejiyan û aştiyê ji hemû pêkhateyan re û ferzkirina emrê waqêi bi ti awayekî nayê qebûlkirin.

Di dawiyê de, Serok Barzanî spasiya xweragiriya gelê Kurdistanê, Kerkûk û navçeyên li derveyî Herêma Kurdistanê kir û daxwaz kir, ku îrade û hêviya wan bihêz be, ji ber ku doza gelê Kurdistanê rewa û dadperwer e û ew rewşa niha heye, demkî ye û derbas dibe.