Trump dijwartirîn helwêsta xwe nîşanî Korya bakur da

K24 – Navenda Nûçeyan

Testên mûşekî yên Korya bakur pêwendiyên di navbeyna Amerika û Korya bakur de anîne ast a herî aloz, ligor şirovevanan ger Korya bakur bi vî awayî berdewam bike, şer li ber derî ye.

Serokê Amerikayê Donal Trump di twitterekê de eşkere kir, “Wekî Serok yekem fermana min nûjenkirina çekên atomî bûn, hêvîdar im pêwîstî nabe, em wan bikar bînin. Amerika tu caran wekî îro bihêz nebûye!”

Wezîrê Derve yê Amerikayê Rex Tillerson jî, liser dijberiya navbeyna Korya bakur û Amerika de axifî û got: “Trump, bi zimanê ku Kim Jong tê digihe, bersîva wî dide.”