Baran û lehî barê bendavên Herêma Kurdistanê giran dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji ber barîna baranê û metirsiya rabûna lehiyên mezin, dibistanên qezaya Derbendîxanê hatin girtin û Rêveberiyê Bendava Dokanê jî dilniyayê dide.
Qeymeqamê Qezaya Derbendîxan Nasih Mela Hesen ji K24ê re ragihand, ji bo selametiya canên xwendekaran, biryara girtina dibistanan dane.
Herwiha welatî û ajokar agahdar kirin ku hişyar bin û rênimayên pêwîst bikar bînin.
Bendava Derbendîxana ji ber erdheja şeva 12.11.2017an ve ziyan dîtiye û piştî terxankirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê birê 1 milyar Dînar ji bo çakirina wê bendavê û karê çendîn tîmên biyanî, lê hîna bi temamî nehatiye çakirin û ji ber wê zêdetir ji nîvê karîna komkirina avê jidest daye.
Bendava Dûkanê
Rêvebirê Bendava Dûkanê Mihemed Tahir ragihand, niha 2 metro mane bendav di ser re birje, lê pirsgirêk û metirsî li ser bendavê tune ye.
Bendava Dûkanê 7 milyar metro sêcar li pişt xwe kom dike û niha 6 milyar û 400 metro sêcar av di gola wê de heye.
Helebce
Ji ber xerapiya Keşûhewayê û bi biryara Rêveberiya Giştî ya Perwerdeyê li Helebce, dewama xwendinê li dibistanên seretayî ragirt.
Şarezor
Rêvbeberiya Perwerdê li Şarezorê jî ji bo selametiya xwendekar û mamosteyan û ji ber metirsiya rabûna lehiyê dewama piştî nîvro li dibistana ragirt.
S. B