Ji bo vekirina sînoran Herêma Kurdistan û Îran di gotûbêjan de ne

Nêçîrvan Barzanî: Di dema derbasbûyî de, bi sedema girtina deryên sînorî ziyanên madî li herdu aliyan bû.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di kongireyekî rojnamevanî de, behsa naveroka serdana xwe ji bo Firensa kir û diyar kir, ku welatê Firensa di hemû qonax û rewşên dijwar de piştevaniya Herêma Kurdistanê kiriye.

Nêçîrvan Barzanî di wî kongirî de ragihand, ji bo vekirina deriyên sînorî di navbera Herêma Kurdistan û Îran dest bi gotûbêjan kirine û di dema derbasbûyî de, bi sedema girtina deryên sînorî ziyanên madî li herdu aliyan bû.