Yekem mehrîcana Osman Sebrî li Qamişlo lidar ket

Dibin navnîşana “Wêjeya Gelan li Rojava Zindî Dibe”, mihrîcana Osman Sebrî ya wêjeyê ya yekemîn Li bajarê Qamişlo ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Cizîrê ve lidar ket.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Dibin navnîşana “Wêjeya Gelan li Rojava Zindî Dibe”, mihrîcana Osman Sebrî ya wêjeyê ya yekemîn Li bajarê Qamişlo ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Cizîrê ve lidar ket.

Mihrîcan di heman roja koçkirina apo Osman Sebrî de bi rê ve çû û li gorî komîta amadekar dide zanîn, mihrîcan dê salane be û eger e di paşerojê de nivîskarên hemû parçeyên Kurdistanê jî tê beşdar bibin.

Hin rewşenbîr dibêjin ku, tevlî Rojavayê Kurdistanê di rewşeke ne cîgir re derbas dibe, lê tevgera çand û wêjeyê çalak dibe û bi mihrîcanên hevawa asta wêjeyê xurtir dibe.

Endama Komîta Amadekar Leylan Cemal ji K24ê re got: “Zêdetirî ji 100 berhemên wêjeyî gihêştin komîteya nirxandinê. Berhem taybet in Helbest, kurtecêrok û gotaran e, mixabin hejmarek kêm ji gotaran hebûn, loma xelat dê ji helbest û kurteçêrokan ên bi zimanê Kurdî û Erebî re bin.”

Nivîskar Salih Heydo jî ji K24ê re wiha axivî: “Dema mehrîcan di bin navê vî gewre mirovî de hatiye damezrandin, ev dibe du qedir, qedrek ew e ku me kesekî xwe yê bilind dîsa bilind kir û ya din ku me di bin vî navî de nivîskar û rewşenbîrên xwe civandine.”  

Ji heyama 2 mehan ve amadekariyên mihrîcanê hatibûne kirin.
Komîteke nirxandinê ji 5 kesan berhemên beşdaran nirxandin û di encamê de 12 xelat li ser asta helbest û kurteçêrokên hatin belav kirin.

Mihrîcan bi gurzek stranên folklorî ji alî komeke mûzîkê ve bi dawî hat.