Amerîka welatiyên xwe yên li Stenbolê hişyariyê dike

konsolxaneya Amerîkayê ya li Stenbolê derbarê egera êrîşeka terorî de hişyarî da welatiyên xwe yên li Stenbolê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Konsolxaneya Amerîkayê ya li Stenbolê derbarê egera êrîşeka terorî de hişyarî da welatiyên xwe yên li Stenbolê.

Serokonsolî  hişyarnameyê ji hejmara xwe ya Twittirê ragihand û bang li welatiyên xwe yên li Stenbolê kir ku li navçeyên wekî Mecîdiyekoy û Şîşlîyê egera êrîşeka terorî heye.

Ev cara yekemîn e ku Amerîka di hişyarnameya xwe de navê kolanekî diyar dike û ji welatiyên xwe daxwaz dike ku ji navçeya Şîşliyê Kolana Axaoxluyê dûr bikevin.

Derbarê mijarê de Berdevkê Wezreta Derva yê Tirkiyeyê jî da zanîn ku, Amerîka vê hişyarnameyê ne ji ber  hawalgiriyekê belav kiriye. Lê ji ber bergiriyên ewlekariyê yên Tirkiyeyê yên her dem, Konsolxaneya Amerîkayê jî xwestiye welatiyên xwe hişyar bike.