Çar welatiyên Sivîl li Hesekê hatin kuştin

Sana: Di encama bordûmana firokeyên Hevpeymanan de li ser gundê El-Herdan yê başûrê rojhilatê bajarê Hesekê, welatiyên sivîl hatin kuştin û jinek birîndar bû û ziyaneke madî mezin li xaniyên welatiyan bû.

K24 - Navenda Nûçeyan

Dezgehên ragihandinê yên ser bi Hikûmeta Sûryê ve ragihandin, ku 4 welatiyên sivîl li gundewarê bajarê Hesekê, di encama êrîşeke firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî hatine kuştin.

Ajansa fermî ya Sûryê (Sana) ragihand, ku di encama bordûmana firokeyên Hevpeymanan de li ser gundê El-Herdan yê başûrê rojhilatê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, çar welatiyên sivîl hatin kuştin û jinek birîndar bû û ziyaneke madî mezin li xaniyên welatiyan bû.

Duh jî Hikûmeta Sûryê daxwaz ji Netewên Yekgirtî û Encûmena Ewlehiya Navdewletî kir, ku êrîşên Hevpeymaniya Navdeweletî ya li dijî DAIŞê rawestînin û fişaran bikin, daku hêzên Amerîkî û hemû hêzên din yên biyanî, ku ne bi erêkirina Sûryê derbasî axa wî welatî bûne, serbazên xwe ji Sûryê bikişînin.

N.O