YPG ji bo parastina navçeyan, bi hêviya Rûsya û Amerîka ye

YPG dibêje ew dixwaze her navçeyeke ku hatiye kontrolkirin ji aliyê Rûsya û Amerîka ve ji her gefekê were parastin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Operasyona Bahoza Cizîrê ya ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê dest pê kiribû, bi piştgiriya temam ya Rûsyê bidawî hat. YPG dibêje ew dixwaze her navçeyeke ku hatiye kontrolkirin ji aliyê Rûsya û Amerîka ve ji her gefekê were parastin.

Piştî 84 rojan ji şer û pevçûnan, duh  Fermandariya Giştî ya (YPG) bi daxuyaniyekê ragihand, bi hevkariya eşîreyên Ereb û destekdayîna ji Rûsya û Hevpeymana Navnetewî herêma rojhilatê Dêra Zorê bi temamî ji DAIŞ’ê hate rizgarkirin.

HSD piraniya navçeyên ku kontrol dikir tenê bi piştevaniya Amerîka bû, lê vê carê û bi eşkereyî û il ser zimanê Peyvdarê YPGê Nûrî Mehmûd behsa rola Rûsyê di operasyona Bahoza Cizîrê de tê kirin, ku dibêje piştevanyeke temam di wê operasyonê de da ye wan.

Duh li bajarê Dêra Zorê, Cîgirê Fermandarê Barageha Rûsya ya Himêmîm Generalê Rûs Alex Kim, Peyvdarê YPGê Nûrî Mehmûd, Berdevkê Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Ebdullah û Hevserokê Meclîsa  Sivîl a Dêra Zorê Xesan El-Yûsif civiyan. Peyvdarê YPG’ê Nûrî Mehmûd diyar kir, ew amade ne bi van hevalbendên xwe re odeya çalakiyên hevbeş û serfermandariyekê ava bikin.

Cîgirê Fermandarê Barageha Rûsya ya Himêmîm Generalê Rûs Alex Kim raghand, ku di operasyona Bahoza Cizîrê de wan bêtir ji 672 lêdanên esmanî encam dane û hezar û 450 armancên DAIŞê hatine armanckirin. Herwiha ewê odeyeke ji bo operasyonên hevbeş di navbera hêzên Rûsî, YPG û eşîreyên Ereb de damezrînin, ji bo berdewamkirina wê operasyonê li bakurê çemê Ferêt.