DAIŞ li Gulala û Xaneqînê çalak dibe

Çekdarên DAIŞê li navçeyên Gulala û Xaneqînê ji destpêka îsal ve 20 caran êrîşî ser hêzên ewlekariyê yên Iraqê kirine. Fermandarekî Pêşmerge jî dibêje, ew navçe berî 16ê Cotmeha 2017an di destê Pêşmerge de bûn, lê tevî hikûmeta Iraqê gelek hêz li wan navçeyan kom kirine, lê ji ber lawaziya wan, bûne sedem ku DAIŞê careke din serî hilde.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Fewca 3 a Hêza Pêşmerge Cimor Rustem ji K24ê re ragihand, hikûmeta Iraqê nikare navçeyên Gulala û Xaneqînê kontrol bike, ji ber hêzên wê li ser bingeha taîfkeriyê hatine perwerde kirin, Hêzên Heşda Şeibî yên li wan navçeyan bicih bûne, hêzên ne rêkxistî ne û bêserûber in.

Ew navçe berê di destê Pêşmerge de bûn, lê piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an çekdarên DAIŞê bi awayekî berçav zêde bûne. Bi nerîna çavdêrên siyasî û leşkerî, heger hêzên Pêşmerge venegerin û hevahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de dirust nebe, metirsiyên DAIŞê dê zêdetir bibin.

Şarezayê di warê leşkerî de Rifet Mihemed dibêje: “Hatina mîlîşyayên Heşda Şeibî wek hêzeke biyanî bo navçê, valahiyeke ewlehiyê dirust kiriye, vê yekê jî hîştiye DAIŞ careke din serî hilde. Herger artêşa Iraqê hevahengiyê bi Pêşmerge re neke, ev navçe ji aliyê ewlehiyê ve nayê kontrolkirin.”

Xaneqîn û Gulala du bajarokên Kurdistanî li başûrê bajarê Kerkûkê dikevin û ser bi parêzgeha Diyala ve.

S. B