Dilgiranî û nerazîbûnên başûrê Iraqê berdewam in

Xwepêşanderan wêneyên rêberê bilind yê Îranê (Elî Xamineyî) şewitandin, ew jî wek dilgiraniyekê beramberî rewşa ku niha Iraq têre derbas dibe.

K24 - Navenda Nûçeyan

Dilgiranî û nerazîbûnên xelkê parêzgehên başûrê Iraqê berdewa min û li Necef û Semawa pênc xwepêşander hatin kuştin û li Besra pevçûn di navbera hêzên emnî û xwepêşanderan de derketin.

Di demekê de, derketina derve li parêzgehên: Besra, Necef û Kerbela hatibû qedexekirin, lê xwepêşandan li wan parêzgehan û bajarên ser bi wan ve, berdewam bûn, xwepêşander li dijî kêmiya xizmetkariyan û nebûna av û karebê li kolanan kom bûn .

Li gorî amarên di medya Iraqî de hatine belavkirin, duh pênc xwepêşander li bajarên Necef û Semawa hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

Li parêzgehên Besra û Musenna jî çar xwepêşander hatin kuştin. Herwiha li Besra çekdarên Heşda Şeibî gulle bi ser xwepêşanderan de berdan û pevçûn di navbera hêzên emnî û xwepêşanderan de qewimîn.

Xwepêşanderan li wan bajaran wêneyên rêberê bilind yê Îranê (Elî Xamineyî) şewitandin, ew jî wek dilgiraniyekê beramberî rewşa ku niha Iraq têre derbas dibe.

Li bajarê Semawa jî, baregehên Partiya Fedîle û ya De'iwe û rêxistina Bedir û avahiya televizyona Semawa hatin şewitandin.

Medya Iraqî belav kir, ku duh li Zîqar 50 xwepêşander birîndar bûn û bi giştî hejmara birîndaran gihiştiye 150 kesan.

Li aliyekî din, çend kompaniyên firokevaniyê, ji ber têkçûna rewşa ewlehiyê, bi fermî geştên xwe ji firîngeha Necefê rawestandin.

N.O