YPG nasnameya 7 şervanan aşkere dike, 3 jê biyanî ne
K24 – Navenda Nûçeyan
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) nasnameyên 7 şervanên xwe aşkere kirin, ku di şerê Reqayê de şehîd bûne, 3 ji wan biyanî ne.
Navneda Ragihandina YPGê nasnameya 7 şervanên xwe aşkere kirin, ku di şerê kontrolkirina navenda bajarê Reqayê de şehîd bûne. Di nava wan de 3 şervanên biyaî hene, ku 2 ji wan Amerîkî ne bi navên Robert Grodt û Nicholas Warden in, herwiha kesê sêyemîn jî bBrîtanî ye û bi navê Luke Rutter e.
Li gor zanyariyan nêzîkî 200 şervanên biyanî di nava rêzên YPGê de hene, yên bêhtir ji Amerîka û Brîtanyayê ne.
YPG ku stûnê sereke ya HSDê ye, ji 6 Hezîrana borî ve dest bi operasyona kontrolkirina navenda bajarê Reqayê kiriye. HSDê kariye hin taxan li rojava, bakur û rojhilatê bajêr kontrol bike, niha jî şer û pevçûn di Reqaya Kevin de berdewam in.