Îran careke din Siûdiyê bi encamdana tevliheviyê tometbar dike

Wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf careke din Siûdiyê bi encamdana tevliheviyê li navçeyê tometbar kir.

K24 - Navenda Nûçeyan

Piştî civîna sê alî ya li gel wezîrên derve yên Rûsya û Tirkiylê, wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf careke din Siûdiyê bi encamdana tevliheviyê li navçeyê tometbar kir.

Cewad Zerîf ku ji bo beşdariyê di civîna sê alî de li gel hevpostên xwe yên Tirkî û Rûsî, serdana Tirkiyê kir, piştî civîna sê alî ragihand: Siyasetên Siûdiyê li navçeyê ti mifayek ji bilî nakokiyan encamp nade û heger Siûdiyê awayê siyaseta xwe biguhere, dikare li şûna derxistina şer û aloziyan, beşdariyê di rewşa aştî û aramiyê li navçeyê bike.