Krîzeke biçûk dikare bandoreke dijwar li aboriya Tirkiyê bike

Krîzeke biçûk a siyasî ya Tirkiyê dikare bandorek dijwar li aboriya wê bike. Krîza Tirkiye û Amerîkayê jî yek ji wan e û di dîroka Tirkiyê de gelek mînakên vê hene.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Krîzeke biçûk a siyasî ya Tirkiyê dikare bandorek dijwar li aboriya wê bike. Krîza Tirkiye û Amerîkayê jî yek ji wan e û di dîroka Tirkiyê de gelek mînakên vê hene. Ji sala 2001an heta niha ji ber gelek pirsgirêkên navxweyî û derveyî, aboriya Tirkiyeyê aloz bûye. Ji wan ya herî dijwar jî krîza sala 2001an bû û nêzikê 15 hezar kompanya hatibûn girtin û Lîreya Tirkî nirxê xwe bi dijwarî kêm kiribû.

Krîza Tirkiye û Amerîkayê bandoreke xirab li aboriya Tirkiyê kir. Îro li Tirkiyê Dolareke Amerîkî 6 Lîreyên Tirkî derbas kiriye. Tirkiye yek ji wan welatan e ku krîzeke piçûk a siyasî, bandoreke dijwar li aboriya wê dike û di demên berê de jî gelek mînakên vê hene.

Tirkiye di sala 2001an de ket nav krîzeke aborî. Krîza welatên Asyayê ya sala 1998an, Erdhêja Marmarayê ya sala 1999an û bilindbûna faîzan aboriya Tirkiyê serûbin kir û nêzikê 15 hezar kompanya top avêtin. Krîza aborî bi xwe re krîzeke siyasî jî anî û Serokwezîrê wê demê Bûlent Ecevît aşkere kir, ew bi krîzeke dewletê re rûbirû ne. Piştî vê daxuyaniyê Lîreya Tirkî nirxê xwe bi dijwarî kêm kir û Dolarek Amerîkî ji 670 hezarî gihişt milyonekî. Borsa jî ji sedî 15 puan kêm kir.

Di sala 2007an cîhan ketibû nav krîza abiroyê û Tirkiye jî para xwe wergirt. Dolarek ji 1.2 Lîreyan gihişt 1.7 Lîreyan. Welatên aboriya wan bipêş diket bandorek xirab nedîtin. Tirkiye jî yek ji wan welatan bû û di zûtirîn dem de xwe xilas kir.

Di sala 2013an de jî opozîsyona Tirkiyê bi hinceta binpêkirina maf û azadiyên takekesî li dijî hikûmetê dest bi xwenîşandanên mezin kirin. Berî xwenîşandanan Dolar 1.82 Lîre bû. Lê piştî xwenîşandanan bû 1.92 Lîre û aboriya Tirkiyê 67 milyar Lîre zerar kir.

Di 17 û 25ê Berçileya sala 2013an de jî li dijî hikûmeta Tirkiyê operasyonên gendeliyê bi rê ve çûn. Zarokên wezîran hatin girtin û di derbarê kurê Serokomarê Tirkiyê Bîlal Erdogan de jî lêpirsîn hate vekirin. Dolar berî operayonê 2.03 Lîre bû. Lê piştî operasyonê bû 2.16 Lîre.  Erdoganî ji ber operasyonan Tevgera Fetullah Gulen tohmetbar kir û polîs û dozgeran da girtin.

2 sal berê jî komeke leşker hewl dan derbeyeke leşkerî bikin. Berî şeva derbeyê Dolarê ku 2.88 Lîre bû, di sibeha derbeyê de bû 3.05 Lîre.

Erdogan careke din Gulen tohmetbar kir. Lê Gulen vê tohmetê re dike û dibêje, derbe ji bo têkbirina rêxistina wî şanoyek bû.

Sal bi dawî dihatin lê krîzên Tirkiyê bidawî nedihatin. Vê carê jî digel Amerîkayê ket krîzê. Ji ber azadnekirina Keşeyê Amerîkî Andrew Brunson, Amerîka 2 wezîrên Tirkiyê ceza kir û li dijî Tirkiyê baca bazirganiyê zêde kir. Li ser vê aloziyê Lîreya Tirkî beramberî Dolar heliya. Dolarê berî krîzê 4.7 Lîre, piştî krîzê bû 7.22 Lîre. Krîz heta niha jî berdewam dike.

Erdogan dibêje, ew xwe naçemîne, Trump jî bi berdewamî gefa cezayên nû dixwe.

Li gor gelek pisporên aboriyê jî ger meseleya wan çareser nebe, krîzeke dijwar li benda Tirkiyê ye.